Polîtîk
Sefarete Amerîka bersiva îdiayan da
Enqere – Seferata Amerîka li Tirkiye îro di derbarê Doza Ergenekonê de daxûyaniyek belav kir. Wek tê zanîn kesên di çerçova doza Ergenekonê de hatîn girtin yan jî tên binçavkirin piraniya wan Amerîka tawanbar dikin. Herweha gelek siyasetmedarên ku Ergenekonê diparêzin gelek caran Amerîka tawanbar dikin û Amerîka li pişta girtinên doza Ergenekonê dibînin. Li ser van gotin û nûçeyên derketin Seferata Amerîka li Enqere bi daxûyaniyekî ragihand ku; Tu pêwendiya Amerîka bi tu awayî doza Ergenekonê re tuneye. Ew kesên van tiştan dêbêjin û îdia dikin di nav çewtiyek mezin dene.