Kultur

Şeş saliya karesata 1-ê sibatê li Hewlêrê hat bîranîn

Hewlêr – Îro di merasimake hêjade li bajarê Hewlêrê li parka Samî Abdulrehman, bîreweriya şeşsaliya karesata yekê sibata sala 2004ê hat kirin.

Di vê merasimê de ku, Kemal Kerkûkî serokê parlamentoyê, Berhem Salih serokê hikûmetê, hijmareke wezîran û parlamenteran, endamên polîtboruya PDK û YNKê, nûnerên diplomasiyên welatên biyanî û malbatên şehîdan amadebû, çend sirudên niştimanî ji aliyê zarokên şehîdan ve hatin pêşkeş kirin û çend gotar jî ji aliyê berpirs û rayedarên herêma Kurdistanê ve hatin pêşkeş kirin.

Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê di axaftina xwe de got: Yên ku wê rojê hatîn şehîd kirin hevalên me bûn û me bi hev re li dijî diktatoryê xebat û şer dikir. Şehîdbûna wan hevalan ji bo gelê kurd û Kurdistanê û ji bo hemû Îraqê xisareteke mezin bû, ji ber ku wan ji bona avakirina Îraqeke demokratîk xebat dikir.

Berhem Salh serokê hikûmetê jî, di vê minasiba bîranîna karesata yekê sibatê de, di gotara xwe de got: Divê em vê karestê li bîra xwe bînin û li hemberî toror û terorîstan rêzên xwe bikin yek, ji ber ku di rojeke weke îro de Hewlêr rastî êrîşa terorîstan hat ev karesata xemgîn çê bû. Divê em hemû hêz û îmkanên xwe bikin yek û bi yek destî li dijî terorê ya ku berhingarî me bûy rawestin.

Weke tê zanîn di yekê sibata sala 2004ê de, di roja yekê a cejna Qurbanê de, terorîstan di baregayê liqa du a Partiya demokrata Kurdistanê û melbendê sê yê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê de xwe peqand û di encamê wê kiryara terorîstî de hijmareke serkirde, kadiro û pêşmergeyên PDK û YNK şehîd bûn.

Back to top button