Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Komarê Tirkiyê rewşa deverê gotubêj kirin

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja 12.03.2022 ê, di çarçoveya Korbenda Diplomasî li Antalyayê digel Receb Tayib Erdogan Serok Komarê Tirkiyê civiya.

Di civînê da, her du aliyan behsa derfet û çawaniya pêşxistina têkiliyên Tirkiyê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina wan têkiliyan di warê alîkariyên hevbeş û zêdetir pêşxistina bizava bazirganî û aboriyê kirin.

Rewşa Iraq û gefên li pêşiya prosesa siyasî li Iraqê mijareke din ya civîna Serok Barzanî û Serok Komar Erdogan bû ku, têda her du alî hevhizir bûn li ser girîngiya gihiştina hêz û aliyên Iraqî bi li hev têgihiştineka hevbeş û derbas bûn ji xetimîna prosesa siyasî û pêkanîna hikumeta nû ya Iraqa federal ku regvedana hemû pêkhateyan be.

Derbarê têkilî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, Serok Nêçîrvan Barzanî careka din tekîd li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bi yekcarî çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê li ser bingeha destûra Iraqê kir.

Her du aliyan pêşhatên dawiyê yên herêmî bi giştî, şerê dijî terorê û metirsiyên emnî gotubêj kirin û li ser girîngiya karkirin û xebatên piralî û navdewletî ji bo parastina aramî û tenahiyê hevbîr bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: