PolîtîkRojev

Ji derê sinorên Kurdistanê ji aliyê rojhilat ve bi fûzeyan êrîşê Hewlêr kirin

Pîştî nîvê şêvê demjimêr 01:00ê bi fûzeyan êrîşî Hewlêrê hat kirin û hinek ji fûzeyan li nêzîkî avahiyên ku xelk lê dijiyan ketin û ziyanên madî çêbûn. Hat zanîn ku armanca êrîşê Balyozaxneya Amerîka û Balafirgeha Hewlêrê bûye ku yek ji fûzeyan li avahiya Kurdistan24ê jî ketiye û ziyaneke madî tê de çêbûye.

Dije Terora Herêma Kurdistanê ragihand, ji derveyî sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê bi fûzeyên balîstîkî êrîşî Hewlêrê hatiye kirin.

Di daxuyaniya Dije Terora Herêma Kurdistanê de hat gotin: “Li gorî zanyariyan demjimêr 01:00ê şevê bi 12 fûzeyên balîstîkî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye armanckirin.”

Dije Teror da zanîn ku ji bilî ziyana maddî ti ziyaneke canî çênebûye û diyar kir: “Li gorî zanyariyan fûzek ji derveyî sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê, ji rojhilat ve hatine avêtin.”

Back to top button