PolîtîkRojev

Bi fûzeyan êrîşê Hewlêr kirin

Îro demjimêr 1ê piştî nîvê şevê, bi fûzeyan êrîşê Hewlêr kirin. hejmarek ji mûşekan li nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt avahî, amêr û kelûpelên saziyê.

Xweşbextane di vê bûyerê de ti ziyaneke canî negihîşt karmendan û welatiyên ku li nêzîkî avahiya Kurdistan24ê bûn.

Ligel ziyanên madî ku bû sedema rawestandina bexşa kenala me ji bo çend xulekan, niha bexşa zindî ya Kurdistan24ê berdewam e û em hemû bîner û wergiran piştrast dikin ku li ser kar û gihandina peyama xwe ya neteweyî û niştimanî berdewam dibin.

Kurdistan24 bi pencemora xwe ya niştimanî û neteweyî naskirî ye û li vir careke din tekezî li li wan perensîp û peyama xwe pîşeyane dikin ku Kurdistan24 berdewam pê tê naskirin, ew jî gihandina peyam û dengê Kurdistaniyan e.

Li vir spasiya hemû aliyên pêwendîdar dikin ku çi bi riya gihandina peyaman yan bi serdana xwe li selametiya karmendên Kurdistan24ê pirsîn.

Kurdistan her dem aram û avedan be

Rêveberiya Dezgeha Kurdistan24ê

13/3/2022

Back to top button