Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) peyamek di salvegera Serhildana 12ê Adarê ya Rojavayê Kurdistanê de belav kir û ragihand, “ENKS bi hemû karîna xwe û bi hemû rêyên aştiyane di berevanîkirina li mafên destûrî yên gelê Kurd di Sûriya paşerojê de, berdewam dibe.”
Sekreteriya Giştî ya ENKSê di peyama xwe de ragihand, “Yarîgeha Qamişlo bû çirûsk û ruhê fedakarî û redkirina stûxwarî û zordariyê bû ku gelê Kurd ji Dêrikê û heta Efrîn û heta Heleb û Şamê serî li hember rêjîma zulm û zordariya hilda.”
ENKSê di daxuyaniya xwe destnîşan kir, “Vê serhildanê tiştê ku rejîmê plan kiribû têk bir û benda hov û tirsê şikand, û ew destpêka şoreşa Sûriyê ya rastîn ya di sala 2011an de bû.”
ENKSê dibêje: “Bîranîna roja şehîdên Kurd îsal di bin şer û mercên aloz de tê ku herêm bi giştî û Sûriyê bi taybetî tê re derbas dibin. Ji ber vê yekê, ENKSê dê di hemû korbendên navdewletî yên girêdayî bi pirsa Sûriyê û danûstandina ligel hêzên şoreşê û opozisyona niştimanî ya demokratîk a Sûriyê de bibe hilgirê projeya xwe ya niştimanî û netewî, ew jî li gor bernameyeke siyasî ku tê mafên hemû pêkhateyan bê parastin. Ev jî pêk nayê, ne bi bi riya veguhastina siyasî û li gor biryarên Netewên Yekgirtî yên pêwendîdar be.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “ENKS bi hemû karîna xwe û bi hemû rêyên aştiyane û dîplomatîk di berevanîkirina li dadperweriya doza Kurdî û pêkanîna mafên destûrî yên gelê Kurd di Sûriya paşerojê de, berdewam dibe.”
Derbarê rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî de, ENKSê dibêje: Li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê binpêkirinên hin grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya dide wan hîn jî berdewam e û ew grûp siyaseteke sîstematîk ji bo guhertina demografiya wan deveran dimeşîne û rêgiriyê li pêşiya vegera xelkê derdixe.
Ji aliyekî din ve ENKSê dibêje: “Rêvebiriya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi riya asayîşa xwe heta niha siyaseta bêdengkirin, tirsandin, birçîbûn û revandinê li dijî gelê me dimeşîne da ku hemû dengên li dijî wê bêdeng bike, ev jî bû sedem ku gelê me ji bo lêgerîna li ewlehî û debara jiyanê, koçber bibe.”
Herwiha ENSKê diyar dike, “Ev kiryarên tirsnak yên li hemû deverên Kurdistana Sûriyê tên kirin, dê îradeya gelê me ya ji bo şopandina têkoşîna xwe ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa yên neteweyî, têk neçe û ew ê ti carî serî li ber gefan netewîne, eger çavkaniya wan jî çi be. Ji ber vê yekê, ENKS bang li civaka navdewletî dike ku berpirsyariyên xwe li hember êş û azarên Sûriyan hilgire û bilez biryarên Netewên Yekgirtî û bi taybetî biryara 2254 cibicî bike.
ENKSê di beşeke din a daxuyaniya xwe de dibêje: “ENKS bi vê boneyê, tekeziyê li ser helwesta xwe ya derbarê yekrêziya helwesta Kurdî û giringiya gihiştina lihevkirineke berfireh dike, bi awayekî ku berjewendiyên gelê me li ber çavan bigire û wî bigihîne armancê wî yên jiyaneke azad û bi rûmet.”