Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî da digel birêz Bafil Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, bi helkefta 48 saliya damezrandina YNKê pîrozbahiyê li Serok, Encumena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyan û Mekteba Siyasî, serkirdayetî û tevaya endam û cemawerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wan ra xwest.

Serok Nêçîrvan Barzanî, her bi vê minasibetê, di axaftina xwe de îşaret bi têkoşîn û dîroka YNK ê û rola û pêgeha rehmetî Serok Mam Celal bi bîr anî û hêvî xwest ku ev helkefte bibe sedemê yekdengî, bihevreyî û yekrêziya aliyên siyasî bi taybetî PDK û YNK ê.

Birêz Serokê YNK ê, ji aliyê xwe ve, li ser navê xwe û serkirdayetiya YNKê spasiya pîrozbahî û peywendiya telefonî ya Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: