Serokê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî, ji bo 48emîn salvegera damezrandina partîya xwe daxuyanîyek da û ragihand ku ji bilî yekrêzîyê ti rêyek din ji bo parastina Başûrê Kurdistanê nemaye. 

Talabanî, diyar kir ku divê çareserîya pirsgirêkan li ser esasê diyalog û gotûbêjan û dûrketina ji ferzkirinê be û got: “Werin em bi hev re Kurdistanê ber bi pêşerojek xweş ve bibin, divê jiyan û serkeftina gelê me xema me ya herî mezin be”. 

Talabanî bi berdewamî got: “Pêwîste berjewendîyên me yên hizbî û kesayetî nehêlin ku em armancên xwe yên mezin ji bîr bikin. Kurdistan di pêvajoyek hestiyar re derbas dibe, guhertinên mezin çêdibin”.

 Talabanî, bal kişand ser wê yekê ku ji bilî yekrêzîyê ti rêyek din ji bo parastina xaka herêmê û bihêzkirina serwerîya herêmê nemaye û got: “YNK hertim giringîyê dide hevkarî û xebata hevbeş ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê. YNK her tim banga yekrêzîyê kiriye. Ji ber ku li gor me hêza me bi yekîtî û hevgirtina me ve girêdayî ye. Em dixwazin bi xurtkirina jiyana hevpar li ser bingehek hevpar a rast pêşerojek xweş ji gelê xwe û welatê xwe re misoger bikin“.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: