Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li konsulê nû yê Urdinê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Urdinê li Hewlêrê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 25/10/2021 pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Urdinê li Herêma Kurdistanê Fuad El-Mecamlê kir.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya li destbikarbûna Konsulê Giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwast. Herwiha spasiya piştevaniya berdewam a Şahê Urdinê Şah Ebdulla di demên dijwar de kir.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Urdinê ligel derbirîna xweşhaliya xwe bi destbikarbûnê, Dubare kir ku ew bi coş û peroş  wê ye ku bi saziyên Herêma Kurdistanê re bixebite û pêwendiyan pêş bixe.

Her du alî hevnêrîn bûn ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Urdinê dîrokî ne û nirxên hevpişk di nav xwe de kom dikin û derfet berfirehkirina wan di ên warên pêwendî û hevkariyê jî heye ku sûda wê dê ji bo Herêma Kurdistanê, Iraq û Urdinê hebe.

Hilbijartinên Iraqê, hewlên damezirandina hikûmeta bê ya federalî, nexweşiya Korona û ziyanên wê û proseya vaksînkirinê, kar û çalakiyên revanda Urdinê li Herêma Kurdistanê, pirsa aramiyê li Urdin, Iraq û navçeyê bi giştî, çend mijarên din ê hevdîtinê bûn.

Nerîna min :