Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta dawî hatina erkê wî, pêşwaziya birêz Ulric Shannon Balyozê Kanada li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî spasî erk û keda birêz Balyozê Kanada li Iraqê ya ji bo pêşxistina peywendiyên welatê xwe ya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest. Birêz Balyozê Kanada jî dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û hêvî xwest li hemû waran de peywendiyên wan bêne pêşxistin.
Nirxandina hilbijartinên Iraqê û beşdariya çavdêrên Kanadî li proseya dengdanê da, helwesta aliyên Kurdistaniyan û nêrîna ji bo rewşa dawî ya hilbijartinan, proseya pêkanîna Hikûmeta Federaliya Iraqê, pirsa azadiyan û azadiya raderbirîn û ragihandinê li Herêma Kurdistanê, çend mijareke dinê hevdîtinê bûn ku birêz Berpirsê Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanada li Hewlêrê amade bû.
