CîhanRojev

Çekdarên ser Tirkiye ve nêzikî Eyn Îsayê kom dibin

Hêzên Tirkiyê amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî dikin dikin û ji bo vê yekê jî gelek hêzên xwe devera Efrînê vediguhezin devera Girêspî

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, Serokên grûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve, bang li hemû endamên xwe yên li navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin, di amadehiyê de bin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, hêzên Tirkiyê xwe amade dikin ku bi sedan çekdarên xwe ji Efrînê veguhezînin herêma Girê Sipî, da ku operasyoneke leşkerî pêk bînin.

Roja 22ê vê mehê jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû ku artêşa Tirkiyê, hêzeke leşkerî ku ji tank, top çekên giran û pêwîstiyên lojîstîkî pêk tê, gihand gundewarê Girê Sipî.

Ji aliyekî din ve, rejîma Sûriyê hêzên xwe yên leşkerî li eniyên Eyn Îsayê bicih kirin. Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk “HSD” jî hêzên xwe li rojhilatê Eyn Îsayê hember grûpên çekdaran kom kirine.

Ev amadekarî di demekê de ne, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gefa êrîşkirina li ser bajarokê Til Rifetê û Eyn Îsayê dixwin.

Back to top button