Vîdeo

Vîdeo: Serokê Herêma Kurdistanê behsa civîna li gel Macron kir

Piştî civîna roja 10/07/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Emmanuel Macron Serok Komarê Fransa ya li Parîsê, li daxûyaniyeke rojnamevaniyê da birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: “Me civîneke baş li gel Serok Macron hebû û me cenabê wî agahdar kir, bêguman hûn bi xwe dizanin piştî rûdanên referandûmê Fransa bi taybetî Serok Macron rolekî mezin dît ku Herêma Kurdistanê carekî din li warê siyasî ve bi rûyê cîhanê da bê vekirin û eve jî hengavekî gelek mezin bû li wê demê da û her ewe jî wiha kir ku paşê me karî hinek kêşeyên ku li gel Bexda hebû, çareseriyê ji bo wan peyda bikîn û eve heta niha berdewam bû”.

Li berdewamiya axaftina xwe de rêzdar ragihand “Piştî wê yekê ku bi awayeke fermî bûme Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê koşka Elîzê (Élysée) ve dîsa hatim vexwendin ku bêne Fransa.

Me kombûnekî baş hebû û me têda spasî rola Serok Macron û her wiha Fransa kir ku karîn yarmetiya me li peywendiyên di navbera me û Bexdayê de bidin ku eve mijareke serekî ya civîna me ya îro bû li gel cenabê wan û her wiha çawayiya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Parîs ya hem li rûyê siyasî ve û hem jî aboriyê ve.

Me spasî Fransa kir ji bo rola wan ya li pirsa şerê Da’îş ku hevkarê Pêşmerge bûn, me spasî Fransa kir ji bo wê hevkariya miroviya ku ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kiriye û me biryar jî da ku hewl bidîn peywendiyên di navbera xwe hem li rûyê aborî û hem li rûyê siyasî ve pêş bixîn”.

Li bersîva pirsiyarekî rojnamevanan da di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Parîs, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ragihand “Em dixwazin li hemû rûyek ve peywendiyên xwe berev pêşve bibîn, ji ber ku her wekî min behs kir Fransa rolekî girîng dît û em dixwazin peywendiyên xwe li gel Fransa li hemû rûyek ve bi taybetî li rûyê siyasî û aborî ve berev pêşve bibîn”.

Di derbarê serdana birêz Serok Komarê Fransa ya Herêma Kurdistanê de, birêz Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Li çarçêweya serdana xwe ya Iraqê de, me birêz Macron vexwend ku serdana Herêma Kurdistanê jî bike û bi spasiyê ve qebûl kir û hêvîdarîn li çarçêweya serdana xwe ya Iraqê de, serdana Herêma Kurdistanê jî bike”.

Di derbarê bawerîdana Parlemen bi kabîneya nehema Hikûmeta Herêma Kurdistanê û helwesta birêz Macron ya li vî derbarî de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: “Gelek xweşhal bû ku îro agahdarî wê nûçeyê bû kabîneya nehema Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate pêkanîn û xweşhal bû bi wê yekê û hêvî xwest ku ev kabîne bikarê li karên xwe da serkeftî bê”.

https://www.facebook.com/Rudaw.net/videos/846905945675311/

Back to top button