Polîtîk

Wezîrê Tirkman di Parlementoya Kurdistanê de sund dixwe

Di kabineya nû ya hukumeta herêma Kurdistanê de parlementerekî Tirkman bû wezîrê herêmê. Wezîrê herêmê Aydin maruf dema sund xwar sunda xwe bi zimanê Kurdî û pişre jî bi zimanê Tirkmanî xwar. Ev yek di parlementoya Kurdistanê de tiştek gelekî normal e. Kesekî li dij derneket û Aydin Maruf şermezar nekir. Herkesekî jêre li çepka da.

Heman bşyerê di parlementoya Tirkiye de bînin berçavên xwe, ka gelo dê rewş çewebe? Dema demekî Leyla Zana çend gotin bi Kurdî got, parlemento rabû ser pîyan û sunda Zana qebul nekirin. Heta Zana cardin hate ser kursiyê parlementoyê bi temamî Tirkî sund xwar kari wek parlementer dest bi karê xwe bike. Ev rewş bi roja di medyayê de hate gotubêj kirin.

Du welat û du bûyerên wek hev. Vêca kerem bikin ferqa siyasî ş civakî di herdu civatan de binirxînin. Ew kesên di hinek babetên de desthilatdariya Kurdistana Baûşr rexne dikin, bila dersekî ji vê bûyerê bistînin. Taybetî şw çepên Kurd û Tirk yên dewleta Tirk li ser hertiştekîre digirin , bila berê xwe bidin başûr û biçekî bizanibin ka ew bi xwe çikasî nijad perestin.

Aydin Maruf sund dixwe:

https://www.facebook.com/kurmancirudaw/videos/486408468797578/

Back to top button