Nêçîrvan Barzanî û Macron rewşa navçeyê guftûgo kirin

Birêz Emmanuel Macron Serokê Fransa piştgîriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û xweşhalî û piştgîriya xwe ji bo berev pêşveçûna peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgo û hewlên ji bo çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal derbirî.

Êvariya îro çarşem 10/07/2019 li koşka Elîzê (Élysée) li Parîs, birêz Emmanuel Macron Serokê Fransa pêşwaziya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li civînê de her dû alî pêşhatên emnî û siyasiyên dawî ya navçeyê, peywendî û kêşeyên Hewlêr – Bexda û hewlên çareserkirina wan ya li ser bingeha destûra Iraqê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û çawayiya hevkarîkirina vegerana wan ya navçeyên wan, guftûgo kirin.

Birêz Macron, spas û pêzanînên Fransa ji bo Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûn û şikandina terorê û pêşwazîkirina koçber û penaberan û parastina pêkhatên olî û neteweyiyên li Herêma Kurdistanê derbirî. Her wiha dûpat kir ku Fransa li çarçêweya Yekîtiya Ewrûpa û li Neteweyên Yekgirtî jî li piştgîrikirina Herêma Kurdistanê de berdewam dibê.

Ji aliyê xwe ve birêz Nêçîrvan Barzanî ji bilî spasiya piştgîrî û hevkariyên serbazî û siyasî û miroviyên Fransa, bi taybetî balkişand li ser rola Serok Macron ya li piştgîriya siyasî û dîplomasiya Herêma Kurdistanê li rojên dijwar da ku ji bo çareserkirina kêşeyan bûye sedema vekirina dergeha guftûgoya li gel Bexda.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi kurtî di derbarê rewşa Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê rawestiya û tekez li ser parastin û pêşxistina çanda pêkvejiyan û lêborîniya li navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Herêma Kurdistanê kir.

Derfeta kar û veberhênanên ji bo kompanyayên Fransî li Herêma Kurdistanê, pêşxistina peywendiya bazirganî û aboriya Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Fransa, rewşa Sûriye û metirsiya serhildana terorê, beşekî dinê civîna di navbera her dû aliyan bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: