Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko îro înê serdana navenda pêşwazîkirina li koçberan kir.
Navenda pêşwazîkirinê li nav axa Belarusê û hevsînorê Polandayê ye û ji aliyê Belarusê ve hatiye avakirin ji bo koçberan û mana wan heta kêşeya wan were çareserkirin.
Yekîtiya Ewropayê li dijî wê yekê ye ku Belarus karta koçberan li dijî Ewropayê bi kar bîne û ji ber vê yekê sizayên li ser Belarusê zêdetir kirine, ku alîgiriya Rûsyayê dike û li dijî Polandayê ye.
Koçberan bi rêya balafirgehan bi awayekî yasayî geştên xwe kirine û vîzeya Belarusê di destê wan de heye û gihîştine wî welatî.
Îro Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko serdana yek ji wan navendan kir û ji koçberan re axivî.
Koçberan pêşwazî li Lukaşenko kirin û ji bo wî çepik lêdan.
Aleksandr Lukaşenko di axaftina xwe de got: “Divê hûn bizanin em nikarin şer bikin ji bo ku heta Almanyayê rêyek ji we re vekin.”
Navenda ku Lukaşenko serdana wê kir, dikeve deriyê Bruzgî û hefteya borî ji bo koçberên ser sînor hat avakirin.