PolîtîkRojev

Partiya Demokrat a Kurd pişgiriya gotara Nêçîrvan Barzanî dike..

Serokê Partiya Demokrta Kurd Reşît Akinci, di derbarê gotara serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ku behsa Asayişa herêmê û çareseriya pirsa kurd kirî de, daxûyaniyek da Rojevakurd.

Daxûyaniya Reşît Akinci :

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariya Korbenda Aştî û Asayîş li Rojhilata Navîn da kir ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Dihok hatibû li darxistin.Serokê herêma Kurdistanê axavtina ku di korbendê de kirî gelek deng veda û wek çareseriyeka aşitiya Rojhilata Navîn hate nirxandin.

Nêçîrvan barzanî di xavtina xwe de digot:“ Eger temaşa welatên Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiye jî di derbarê bi pirsa Kurd bikîn, dûbare eve pirseke navxweyî ya her yek li wan welatane. Pêwîste her yek ji wan welatan li çarçêweya tixûbê xwe da çareserkirina kêşeyê bi girîngî werbigrê.“

Berdewamiya axavtina xwe de serokê herêma Kurdistanê got: “Niha jî ku neteweyên Faris û Tirk û Ereb li vê navçeyê xwedî dewletin, erkê wane mafê Kurd û pêkhatên din li çarçêweya dewletên xwe da bidin. Mafê kultûrî, mafê siyasî û mafên civakî.“

Nêçûrvan Barzanî di derbarê aştî ewlhiya herêmê de jî dibêje:“ Aştî û parastina asayîş û aramiyê, pêdiviya herî li pêş ya niha û paşeroja navçeya me ye, Rojhilata Navîn bi taybetî û cîhanê bi giştî. Li vê qonaxa hestiyar ya Rojhilata Navîn da, bi destxistina aştî û parastina asayîş û aramiyê, gefeke gelek mezin û berpirsiyariya hevbeşe ji bo wan hemû welatan û ew gelên ku li navçeyê da dijîn.“

Em wek Partiya Demokrata Kurd, van gotinên serokê herêma Kurdistanê gelek girîng dinirxînin û weke rêbazeke çareseriya pirsa kurd li welatên wek Tirkiye,Iraq,Iran û Suriye  dibînin.

Herweha gotinên serokê herêma Kurdistanê ji bo aşitiya Rojhilata navîn jî wek projeyeka cihbicih kirina aştî û destveanina ewlehiyê ye.

Em wek PDK bi hemû awayî piştevaniya gotar û helwesta Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê dikin.

26.11.2021

Reşît Akinci

Serokê Partiya Demokrata Kurd

Back to top button