Sekreterê Partiya Demokrta Kurdistana Suriye Siûd El Melle di derbarê gotara serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ku behsa Asayişa herêmê kirî de, daxûyaniyek da Rojevakurd.
Melle di daxûyaniya xwe de pişgiriya gotara serokê herêma Kurdistanê dike û dibêje ku;Me di program û xebata xwe de her tim tekezî li ser vê stratejiyê kiriye.
Daxûyaniya Sekreterê PDKSê:
Di korbenda “Aştî û Azadî li Rojhilata Navîn” li zaningeha Amerîkî li Dihokê, birêz serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de diyarkir ku çareseriya pirsa kurdî li hemû parçeyên Kurdistanmê yek ji mercên serekeye ji bo asayîş û aşitiya vê herêmê ye.
Bêy ku kurd bigihine mafê xwe di çerçova van welatan de, wê aramî,ewlekarî û asayişa siyasî û civakî di van welatan de têkeve metirsiyê de.
Em jî bi bawerî û ji dil pişgiriya vê helwesta girîng ya rêzdar serokê herêmê dikin. Me di program û xebata xwe de her tim tekezî li ser vê stratejiyê kiriye, û em bawerin ev nêrînekî realist e ji bo çareseriya pirsa Kurdî di herêmê de.
26.11.2021
Siûd El mella
Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan- Suriye