Seroka Parlemen poşman dibê

Şiwan Zirarî Parlementerê Kurdistanê di derbarê biryara hilweşandina hilgirtina parêzbendiya li ser Soran Omer dibêje: Rêwaz Fayeq Seroka Parlemena Kurdistanê ji vê biryara xwe poşman dibê.
Îro sêşem 16ê hezîran Şivan Zirarî Parlementerê Kurdistanê gotarek li ser biryara Rêwaz Fayeq Seroka Parlemena Kurdistanê belav kir. Di derbarê pirsa parêzbendî û biryara jê standina Parlementer Soran Omer ragihand, pirsa hilgirtina parêzbendiyê li ser her Parlementerek pirseke bi tevahî yasayî ye ku li peyrewa navxweya Parlemen gelek bi rûnî hatiye destnîşan kirin, armanca wê babetê yasayî ye ji bo rêgirîkirina li tixûb bezandina Parlementeran bi navê Parlementerî û li bin perdeya parêzbendiya Parlemen.
Her wiha got: Berê piştî hilgirtina parêzbendiya li ser Soran Omer Parlementerê Komela Îslamî, li ser çend dosyeyek ku li dijî wî hatibû kirin, kêm yan zêde gelek axaftin li ser vê babetê hatibû kirin. Wergirtina parêzbendiyê ku bi dengê zorîneya Parlementeran bû, babeteke bi tevahî yasayî û demokrasî bûye. Divê xanima Rêwaz Fayeq wekî keseke yasayî eve baştir bizanê.