
Îro Hezi 20 hezîranê wek Roja Penaberan hatiy ragihandin. Neteweyên Yekbûyî 20 Hezîranê wek Roja Penaberên Cîhanê ragihand.
Filipo Grandy, Komisyarê Ajansa Penaberan a NY diyar dike, “Ji 79 milyon û 500 hezar penaber û koçberên cîhanê ji sedî 68 ser bi 5 welatên cîhanê ve ne. Miyanmar, Afxanistan, Sûriye, Sûdana Başûr û Venezuelayê.”
Di demekê de, ligor amarên Neteweyên Yekbûyî, hijmara penaberan û koçberan di dawiya sala 2018ê de nêzîka 71 milyon kesî bû, piraniya wan jî ji welatên hejar bûn, û di 2017ê de jî nêzîka 68 milyon kes bûn.
Koçber û penaberên Sûriyê ku niha 13 milyon kes in, beşekî berçav in a pêla kesên revyayî ji welatê xwe li ser asta cîhanê ne, tenê li Lubnanê nêzîka yek milyon û 500 hezar penaberên Sûrî hene.