Cîhan
Amerîka 10 milyon dolar wekî alîkarî dide Iraqê

Iraq yek ji wan welatane virusa Korona têda belav bûye û li 11ê vê mehê guftûgoya stratejî ya li navbera Washington û Bexda birêve çû û yek ji mijarên wê piştgiriya Amerîka ya ji bo Iraqê bû, bi taybetî li rûbirûbûna virusa Korona de. Balyozxaneya Amerîka jî li vî derbarî de terxankirina 10 milyon dolar wekî yarmetîkirina Iraqê ragihand.
Li gor daxuyaniya Balyozxaneya Amerîka, li rêya Ajansa Pêşxistina Navdewletî 10 milyon dolarên din ji bo Iraqê terxan kiriye, eve jî ji bo rûbirûbûna virusa Korona û piştgirîkirina programa pêşxistinê ya ser bi Neteweyên Yekgirtî “UNDP” pêktê.