Polîtîk

Papa serdana xwe ya Kurdistanê betal kir

Li naverasta sala derbasbûyî medyayên Vatîkan û cîhanê belav kirin ku li sala 2020 Papa Fransîsê Papayê Vatîkanê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Lê belê Peyvdarê Vatîkan dûpat li wê yekê kir ku ji ber pejika Korona hemû serdanên Papa ku îsal plan ji bo wê hatibûn danîn hemû hatine betal kirin.

Nava meha 7 ya 2019 an Ajansa Katpress ya Katolîkî û beşek ji Parlementer û kesayetiyên mesîhî yên Herêma Kurdistanê dûpat li wê yekê kirin ku li sala 2020 Papa Fransîs serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê dike. Medyayên Vatîkan jî lîsta navê wan cîh û welatan belavkir ku li sala 2020 Papa serdana wan dike û navê Iraq û Herêma Kurdistanê jî têda hebû.

Di derbarê serdana Papa ya derve, Mattio Bronî Peyvdarê bi navê Vatîkan li Roma ji rojnamevanan re ragihand ku îsal hemû serdanên Papa yên derveyê Îtalya hatine betal kirin. Sedema wê jî ji bo belavbûn virusa Korona li welatên cîhanê li xwe digre.

Her wiha da zanîn ku biryar bû serdaneke kurt ji bo girava Maltayê bike, lê belê ji ber xerapiya rewşê, eve jî hatiye red kirin, ji bo wê yekê îsal Papa her li Îtalya dimîne.

Back to top button