Civak

Demsala amadekirina penîrê Sêrtê destpêkir

Li bajarê Sêrta Bakûrê Kurdistanê ji ber ku wekî cografîk li ser rêya navbera zozanan û deştayiyane kultureke xwe ya taybet bi penîr jî heye û ji ber wê yekê jî li Sêrtê rojane zêdetirê 10 ton penîrê koçerên ji zozanan vedigerin têne firotin.

Li bajarê Sêrtê demsala penîrê zozanan dest pê kir û Ji zozanan rojê zêdetirî 10 ton penîr tê nava bajar. Li nava wan penîran de, penîrên bizin û mihên zozanan li ser dezgehên bazarê penîran xemilandiye.

Rojane ji zozanan zêdetirî 10 ton penîr dikeve nava bazara penîrê. Penîrê ku tê bajar jî di nava çend demjimêran de digihêje ber destê penîrfiroşan.

Penîrên zozanan heya 3 mehan li navenda bajarê Sêrtê tê firotin û gelê deverê wê penîrê xwê dikin û li gor keyfa sîrik an jî hinek giyayên din têkilhev dikin û paşê binax dikin û heta zivistanê jî ev penîr ji bin axê tê derxistin û sifreya malan de cihê xwe digre.

Back to top button