
Dr Fuad Husên Wezîrê Derveyê Iraqê li gel Balyozên beşek ji welatên Asya, Amerîkaya Latîn û Awustralya li Bexda civiya û daxwaza Hikûmeta Iraqê ya ji bo pêkanîna çaksaziya darayî li warê veberhênan û vekirina bi rûyê veberhênana derekî da pêşkêşî balyozê welatên biyanî li Bexda kir.
Her wiha li dawiyê de behsa ewe jî kir ku pêwîste welat ji bo çareserkirina kêşeyan guftûgo û raguherînê bikin bingeh û xwe ji destêwerdana li karubarê navxweya hevdû dûr bigrin. Li ser wê bingehê jî Iraq bi hemû awayekê destêwerdana li karubarê navxweyî ya red dike.