Civak

Serok serdana xwe qut kir û vegeriya Hewlêr

Duhî êvarê roja şemiyê 11.05.2013ê, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana xwe ya bo dervey welêt qut kir û birêya firokexaneya Hewlêrê ya navdewletî vegeriya Kurdistanê.

Serok Barzanî, ji bona ku beşdariyê di merasima sersaxiya xûşka xwe de bike, dawî bi serdana xwe ya dervey welêt anî û duhî êvarê vegeriya Hewlêrê.

Wek tê zanîn berî sê rojan xûşka mezin a serok Barzanî xatûn Cehdiya Barzanî li yek ji nexweşxaneyên Taranê wefat kir.

Back to top button