Kenanê Egîd  di sala 1938ê de, li Rojavayê Kurdistanê li gundê Mezrê li ber ava Dicle ji dayîk bûye. (Îro jî dibistanek ya bi zimanê kurdi li wî gundî bi navê Kinanê Egîd hatiye vekirin)

Piştî destpêkirina Şoreşa Îlona pîroz, agirê netewî û serhiladana Kurdistanî li hemû beşên Kurdistanê belav bû.

Li Rojavayê Kurdistanê gava yekem li ber vî bayê netewî ku ji Başûr dihat ji aliyê ciwanên Kurd ve hate avêtin. Kenanê Egîd li gel hinek Ciwanên din li Rojava Civata Xortên Demokrat ava kirin.

Sala 1957ê piştî Partiya Demokrat a Kurd li Rojavayê Kurdistanê hate damezirandin, Kenanê Egîd li gel beşek mezin hevalên xwe tevlî partiyê bû. Yek ji wan kesayetên pêşî bû ket di nava refên partiyê de.

Kenan cara yekem sala 1960ê hatiye girtin li bajarê Şamê li girtîgeha Mezê de maye.

Piştî ji girtîgehê derket di demek kin de cardin sala 1961ê  hatiye girtin.

Kinanê Egîd di xebata xwe de her demî li pêş bû, ji zilm û zordariya dijmin netirsaye û di nav endamên partiyê de bi kesayeta xwe ya bilind dihata naskirin.

Encama xebata xwe ya siyasî sala 1966ê li gel beşek hevalên xwe yê partî cardin hate girtin. Di vê carê îşkenceyên giran dîtin û piştî lêdan û îşkenceyek giran hate berdan. 

Demekî di nava partiyê de alozî pêkhatin û partî tevlîhev bû. Ji bo yekgirtina partiyê 

sala 1972ê li Başûrê Kurdistanê kongreyek niştimanî ya Partiya Rojava hate li darxistin. Ev kongre gelek taybet bû. Kenanê Egäd di vö kongreyê de amade bû.

Herweha di vê kongreyê de wek endamê Komiteya Merkezî hate hilbijartin û bû endamê Buroya Siyasî.

Kenan di jiyana xwe ya siyasî de çend caran li gel serokê nemir Mistefa Barzanî jî hevdîtin pêkanîne û ev hevdîtin bûne bingehê rêşa wî ya siyasî.

 

Kenanê Egîd di zîndanê de

 

Sala 1973 dema ku pêkanîna erebkirina herêma Kurdistanê li Rojava Kenanê Egîd di encama xebata xwe û dijderketina erebkirina herêmê ji aliyê rejima Baas ve li gel hinek berpirsên partiyê û dostên partiyê hate girtin. Heta sala 1981ê di zindanê de ma. 

Taybetî piştî têkçûna şoreşa Îlonê û rewşa siyasî li herêmê û Kurdistanê gelek hate guhertin. Partiyên nû dihatin avakirin. Rejima Suriye dixwest Kurdên Rojava tayek taybet yê siyasî re kar û xebatê bikin. Gelek cara teklîf di girtiyên Partiyên re birin ku eger ew rêza xwe biguherin dê bêne berdan.

Lê di vê derbarê de halwesta Kenanê Egîd û hevalên wî bû nimûneyek ya istikrara siyasî. Hercarê teklifên bi vî rengî şûnde vegerandin û li ser rebaza Barzanî man.

Herweha di girtigehê de jî rolê xwe di warê siyasî de leyizt û ji bo hêzbûna partiyê û rêbaza Barzanî xebatek cihê rêzgirtinê pêkanî.

Dr. Nureddin Zaza di pirtuk ya xwe de behsa girtîgeha Mezzê ya li bajarê Şamê dike û dibêje em girtiyên PDKê bûn. Me biryar dabu ku em li himber lêdan û îşkencê serê xwe netewinin û her tim bila serê me bilin be. Zaza Dibêje: Leşker û berpirsên girtigehê dibuna du rêz û bangî me dikiran dema em di nav rêza wan re derbas dibûn ji herdu aliyan li me didan heta em ji wan derbas dibûn. Ji bo ku em bi wan bidin ispatkirin ku em ji wan natirsin, em hêdî hêdî di nav rêzên wan re derbas dibûn.

Nureddin Zaza li vêderê behsa Kenanê Egîd dike û dibêje: Lê xortek di nav me de hebû ji herkesekî gelektir li ber xwe dida û li himber lêdan û îşkenca giran sere wî her tim bilin bû. Bibû mînayek ji bo hevalên xwe teva. Ev xort ji Dirêkê Kenanê Egîd bû.

Kenan Egîd roja bi dest siyasetê kirî heta jiyana xwe ji dest dayî bi istikrar û zanebûn li ser rêbaza Barzanî siyaset kir. 

Ev helwesta Kenan di nav hevalên wî û heta kesên muxalifê siyaseta wî de jî bibû cihê rêzlêgirtinê.

Piştî cara dawî  ji zindanê derket roj bi roj tenduristiya wî xirab dibû. Gelek nexweşûyên giran pêre peyda bûn.

Herî dawî tûşî nexweşiyek giran bû û keta di nav cihan de.  Ji berî jiyana xwe ji dest bide çend rojekî serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li bajarê Helebê çû mala Kinan û serdana wî kir. 

Nexweşek giran bû, ew çend rojbûn xeber nedida û çavên xwe venedikiran. Dema Mesud Barzanî serdana wî kir, cave xwe vekirin li gel axvtin kir. Piştî vê serdanê çend rojan , 11ê meha Gulana 1996ê li Helebê çû ber dilovaniya xwe.

Termê Kinan anîn Dêrikê weşartin. Miletê Kurd bi hemî awayî wefadariyek mezin da nîşandan û roja nexweş ketî heta ku jiyana xwe ji dest dayî ew bi tenê nehiştin.

Îro bi minasebeta 17 saliya wefata siyatsetvanê hêja, kesayeta bilind û tekoşerê rêbaza Barzanî Kenanê Egîd em wî bi bîr tînin.

Ew di tekoşîna gelê me de dê her bijî.

Komek heval û hogirên Kenanê Egîd

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: