Kultur

Keça kurd di nav ereban de derbasî qonaxek din bû

Keça kurd  Perwaz Hisên ku, li ser navê Kurdistana Îraqê beşdarî pêşbirkeya programê strangotinê Arab Idol ya televîzyona navdara erebî MBC bûye, doh şev serkeftinek nû bidest anî û derbasî qonaxa din bû.


Perwazê şeva borî, şeva înî bi strana kurdî ya bi navê “Le Paş Mergim” û strana erebî ya bi navê “şlonek eynî şlonek” (çawanî çavê min çawanî) beşdarî pêşbirkê bû û di bermaneyê duhî der şeva şemiyê dengên pêwîst bidest anîna û derbasî qonaxeke din bû.

 

Du endamên joriyê bi kurdî digel Perwazê axaftin û stranbêjê navdarê ereb Raxib Elame jê wê re got ”Tu wek kelhe û minareya Hewlêrê bilindî” û hurmenda navdara ereb a libnanî jê Perwaê re got ”dengê te gelek gelek xweşe”

 

Di bernameyê duh şev de Perwaz û hevjînê xwe hunermed Goran weke (superpris) bi hevre derketin ser dikê stranek bi kurdî pêşkeş kir.

Back to top button