Polîtîk

Serok pêşwazî li Wezîrê Hevkariya Aborî û Pêşxistina Elmanya kir

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Dêrik Nîbil Wezîrê Hevkariya Aborî û Pêşxistina Elmanya û şandekî payebilinda Parlemen û Bazirganiya wî welatî kir.

Li hevdîtinê de ku Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê jî amade bû, Wezîrê Hevkariya Aborî û Pêşxistina Elmanya xweşhaliya xwe bi vê serdana Herêma Kurdistanê derbirî û ragihand ku Herêma Kurdistanê li van çend salên dawî da tevgereke lezginiya geşkirina aborî bi xwe ve dîtiye û Hikûmeta Elmanya jî bi çavekî pir bi girîngiyê ve temaşa hewlên wê dike û hest dike ku pêdagîriyek ji bo berev pêşbirina li hemû rûyek ve li vê Herêmê da heye. Ji bo wê yekê dema wê yekê hatiye welatê Elmanya pêwendiyên xwe li gel Herêmê da û alîkarîkirina li hemû waran da bihêztir bike û ji bo vê mebestê jî Hikûmeta wan çend projeyekî xistine holê û rê ji bo kompanyayên Elmaniyan hatiye vekirin û wiha dibînîn ku ev asoyeke berfirehê baş li pêşiya Herêmêye.

Cûdahiyeke mezin li navbera Herêma Kurdistan û cîhên dinê Iraqê heye ku eve jî nîşaneya wê yekê ye ku li Herêma Kurdistanê siyasetekî dirûst dihête peyrew kirin. Azadiya medya û azadiya raderbirîn û azadiya bazar sê‌ bingehên serekîne ku wiha li Kurdistanê kiriye nêzîkî li welatên Ewrupa bibê. Damezrandina tora dabeşkirina xaz li nav Herêma Kurdistanê û girêdana Herêmê bi hêla Nabuko ve ku Hikûmeta Elmanya niyaza encamdanê ye hem li berjewendiya Elmanya û welatên Ewrupa û hem jî li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistane.

Serok Barzanî behsa giringiya wê projeyê kir û ragihand ku ev proje xwedî girîngiyeke yekcar mezine û sedemeke bingehîne jî ji bo parastina emn û asayîşa navçeyê bi giştî û ji bo pêkanîna vê projeyê spasî Wezîrê Hevkariya Aborî û Pêşxistina Elmanya yê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê jî li pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîst derbirî û ragihand li gor wan nehametî û karesatên ku tûşî Kurdistanê bibû ji bo Kurdistan her çi bihête kirin hê jî kême.

Li dawiyê hevdîtinê de Serok Barzanî dûbare tekez li giringî û bihêztirkirin û pêşxistina pêwendiyên Herêmê li gel Komara Elmanyaya Federal kir ku xizmeta berjewendiya bilinda her dû gel û welatê dost bike. Her wiha ronahî xiste li ser rewşa siyasiya Iraqê û pêkhatê Hikûmeta Federal û temam nebûna wê û rola Herêmê li çareserkirina wan pirsên ku heta niha li ser hinek aliyên navekî da mane.

Back to top button