Cîhan

Misir tevlîhevtir dibe

Li Misrê rewş çikas diçe tevlîhev dibe.Îro  cara yekeme ku alîgirên Husnî Mubarek jî derketin derve û pişgiriya xwe ji bo Mubarek dan nîşandan. Alîgirên Mubarek li deve û hespan siwar bûn û berê xwe dan meydana cihê xwepêşandanan û êrîşê wan kirin. Di nav xepêşandanan û alîgirên rejîmê de hevçûn derket . Li gora nûçeyên ajansên cuda zêdeyî 500 kesan birîndar bûne û herweha behsa kuştiyan jî tê kirin.

Xwepêşandan dibêjin ku piraniya alîgirên Mubarek polîsên sivîlin û wan bi awayek rexistinî xwe amade kirine û êrîş birine li ser xwepêşandanan.
Hêzên muxalefetê daxwaz ji xelkê kirin ku heta Mubarek xwe ji desthilatdariyê bide aliyekî, xwepêşandana berdewam bikin. Berpirsên muxalefetê  gotin ku heta Mubarek xwe nedê aliyekî ew li gel cîgirê nû yê ku Mubarek destnîşankirî  Omer Suleyman re tu hevdîtina nakin.

Piştî bûyerên îro berê Misrê li kûye bi temamî nayê zanîn. Lê li gora dixweyê ku, Misir dibe destpêka xwepêşandanan li hinek din welatên erebî . Ji bo wê jî pêşketinên Misrê gelek girîngin.

 

Back to top button