Polîtîk

Nerazîbûnên li dijî rojnameya Postayê berdewame

Nivîskarê Rojnameya Postayê Candaş Tolga ji ber nivîsên xwe yên li dijî Kurdan li her derê tê şermezarkirin û rojnameya Posta jî tên şewitandin.

Îro jî li bajarê bakurê Kurdistan Şirnexê rojnameyên Posta hatin şewitandin.

Endamên Memur-Sen yên Şaxa Şirnexê ji ber şermezarkirina Rojnameya Tirk ya bi navê Posta û nivîskar Candaş Tolga li qada Cumhuriyetê hatin ba hev.

Serokê Saglik-Sen yê Şaxa Şirnexê Hakan Unsal li vê derê daxuyaniyekî çapemeniyê da û got: Di wan rojên dawiyê de pêwistiya me bi aştiyê civatî re heye lê ji aliyê nivîskarê rojnameyê Posta ya bi navê Candaş Tolga ve li dijî Kurdan nivîsên nexoş hatiye nivîsandin û ew nivîs jî ji aliyê ti Kurd ve nayê pejirandin.

Unsal da zanîn ku heqaretên li dijî Kurdan her tim bi awayekî tund tên şermazarkirin. Em daxwaz ji rojnameyê Posta dikin ku bilezûbez bi daxuyaniyekî nivîskî ve redî nivîsê bikin.

Piştî daxuyaniyê çapemeniyê bi sedan kes rojnameyên Postayê şewitandin

Back to top button