Cîhan
Serok Dewletê Yemen jî ala teslîmiyetê rakir
Serok Dewletê Yemenê Alî Abdullah Salih daxuya kir ku carekî dî nabim namzeta serok dewleta Yemenê.
Rêveberiya Dewleta Yemenê 30 sale ku di destê Alî Abdullah Salihê de ye. Salih di civîna çapemeniyê de da zanîn ku: Ez ji bo hilbijartina 2013’an namzetiya xwe danaynim.
Piştî serhildanên Tunis û Misrê di serî de Serok Dewletê Suriye Beşar Esad ji bo xelkê xwe soza reformê da û duhenî jî Qral Abdullah erkên hikûmeta Urdinê dabû sekinandin û ji bo hikumeta nû jî şewirmendê leşkerî yê Marûf Bakît hatîbû peywirdar kirin.