Cîhan

Hikumeta Sûdanê serxwebûna Başûrê Sûdanê pejirand

Komisiyona taybetîya referanduma li ser çarenivîsa başûrê Sûdanê ragihand, ku hukûmeta Sûdanê bi awayekî fermî encamên evê referandumê qebûl kir.

Cihgirê serokê Sûdanê Elî Osman Taha di kongireyeka rojnamevanî de doh ragihand, ku ew dixwazin navbera Sûdanê û dewleta başûrê Sûdanê xweş be.

Elî Osman Taha got, ku ew dixwazin hevkarî û alîkarî di navbera Sûdanê û dewleta başûrê Sûdanê de hebin û pirs û arêşeyên mayî yên navbera wan jî bihên çareserkirin.

Ew referanduma li ser çarenivîsa başûrê Sûdanê jî, ji 09 ê evê mehê ve û heta 15 ê evê mehê hat sazdan û tê de, ji %99.57 ji xelkên başûrê Sûdanê daxwaza serxwebûna başûrê Sûdanê kirin.

PNA

Back to top button