Polîtîk

PDK-Bakur: Helwestê Tevgera Goran ne muxalefeteka demokrat e, belkû anarşizm û sergêjî û cehalet e

Berê ya çend rojan ji Partiya Goranê bi riya televîzyona xwe ya KNN’ê ji xelkê Kurdistanê re wekî welatê Tunis û Misrê banga raperînê kirîbûn.

PDK Bakur îro bi daxuyaniyek nivîskî daxwaza Partiya Goran bi awayekî tundî şermezari.

Ew jî teksta PDK-Bakure:

                   MUXALEFET NE SERBERDEYATÎ YE, FÊRBÛN Û PARASTİNA DEMOKRASİYÊ YE !

Demê Tevgera „Goran” dameziriya û beşdarê hilbijartina dawî bû, jimareke girîng endamên Parlamentê bidest anî, ligel gelek hêz û aliyan hêviyekî peyda bûbû ku li Parlamentoya Kurdistanê muxalefetekî pêk hatiye. Beşekî zêde xelkê Kurdistanê jî bi vî hêviyê dengê xwe dan „Goran“ û wan bi erkê muxalefetê hilbijartin. Ev bûyereke ne xerab bû. Her pergaleke demokrat, rêvebiriyeke parlamenter hewceyî bi muxalefetekî heye. Demokrasî sistemeke pirdeng e û pêwiste muxalefet jî lê hebe. Belê muxalefet jî divê hebe, lê muxalefeteke rêkûpêk, muxalefeteke ku rê û rêçikên demokrasiya siyasî û hûqûqa gerdûnî bizane. Li sistemeke demokrat, erkê muxalefetê yê sereke parêzgeriya demokrasiyê ye, çavdêrî û dûçûna dadweriyê ye. Li demokrasiyan ji desthilatê zêdetir hewce ye muxalefet demokrat be. Mixabin Tevgera „Goran“ vê hêviyê bi cîh neanî, nekarî bibe muxalefeteke demokrat rasteqîn. Bêhtir bû hêsîrê berjewendiyên xwe grûbî û tenê dijminahî û rikaviya du partiyên sereke dike ku îro bi hemî kurt û kêmasiyên xwe erkên rêvebiriyê bicîhtînin û parastina berjewendiyên doza Kurd û Kurdistanê dikin. Mixabin di gelek bûyerên siyasî û stratejîk girîng de „Goran“ helwistên gelek xerab diyar kir.

Wek nûmûne di hilbijartina Parlamentoya Iraqa federal de. Goran bû sedem ku bi deh hezaran dengên Kurdan pûç bûn. Zirara mezin li Kerkûkê gîha doza Kurd. Di siyaseta li Bexdayê de jî berjewendiyên gelê Kurdistanê jibîr kirin. Nuha jî bi helwestên xwe dawî dixwazin li Kurdistanê bibin sedemê tevliheviyan. Wisa xuyaye Tevgera „Goran“ ji prensîbên demokrasiyê û berjewendiyên xelkekî bindest bêxeber e ku hezar leyistik li ser doza vî xelkî  tê gerandin. Mixabin wêneya ku Tevgera „Goran“ nîşan dide, zêdetir wêneyeke serberdeyatiyê ye, helwistekî anarşistiyê ye. Tevgerên wisa nikarin bibin ilacê derdên xelkê bindest. Tevgerên anarşist nizanin demokrasî çiye û çawa birêve diçe. Eger „Goran“ demokrasiyê bizaniya û hezim bikira, divê li Parlamentoyê muxalefeteke zanistî aktîv bimeşanda, di nav gel de maf û azadiyên demokrat bi kar bianiya û riya sindoqê û dengdanê bidaya ber xwe. Li welatên demokrat muxalefet riya sindoqê didin ber desthilatiyan, li Kurdistanê desthilat sindoqê bi bîra muxalefetê tîne! Banga “Goran” dike, helwistê nîşan dide, mixabin tenê dikare dijminên gelê Kurd û prosesa dewletbûna Kurdistanê dilşa bike. Hezar heyf ji tevgereke wisa re! Lê tevgera siyasya Kurdistanê û îdareya Kurdistanê hewce ye ji vê nûmûneyê jî encaman derîne. Gelê Kurdistanê jî divê van helwistên ne rewa û van hêzan qenc binase.

Helwestên Tevgera „Goran“ ji derveyê têgihîştina demokrasiyê ye, ti feyda van hewldanan ji doza Kurd û Kurdistanê re tûne, belkû zêdetir zirarê dide Kurdistanê.

Em wek PDK-Bakur ku destkevtiyên li başurê welatê me bi ser her tiştî re digre, helwestê „Goran“ bi çewtî, bi metirsî û bi zirar û ziyanî bi nav dikin. Hemî hêzên siyasî Kurdistanî hewce ye beramberê vî helwestê xeterdar derkeve. Serokatiya Kurdistanê û tevgera siyasî li başurê welatê me bi yekdengî vi helwestê mehkûm kir û riya demokrasiyê û sindoqê da ber „Goran“. Dermanê vê birînê ev e. Dengên ku di vî derbarî de ji başurê welatê bilind dibe, cihê keyfxweşiyê ye, nîşana hêzbûna zanîna demokrasiyê ye. Em bi zelalî helwestên anarşist rûreş dikin. 31.01.2011

HER TİŞT Jİ BO BERJEWENDİYÊN KURDİSTANÊ Û DEMOKRASİYÊ!

PDK-Bakur

PARTİYA DEMOKRATA KURDISTAN – BAKUR
DEMOCRATIC PARTY KURDISTAN – NORTH
DEMOCRATISCHE PARTEI KURDISTAN – NORD
KÜRDİSTAN DEMOKRAT PARTİSİ –  KUZEY

Back to top button