Bozyel:Em çareseriyê sistemeke federal de dibinin
Rojevakurd: Gelo guhertinên li Tirkiye çêdibin hun çewe dinirxînin û siyaseta ku îro di derbarê pirsa Kurd de hukumet rêve dibe hun çewe dibînin?
Bayram Bozyel: Tirkiye ji wek her welateki, li gor guhartin û hewcedariyên lı hundir û derve, diguhure. Guhartina Tirkiyê li gor welatên hemdem hêdi û bi derengi be jî car jî nasekine. Bi taybeti, piştî pevajoya Yekîtîya Avrupa, ku Tirkiye wek berendam hat qebul kirin, beza guhartinê hin lezgîntir bu. Li alî din, tercubeyên li hundir, berxwedana kurdan û yên grubên din, hewcedariyên civatê û faktorên weki din guhartinê li ser Tirkiyê ferzkirin.
Iro Tirkiye, lı gor duh, hin nêzigê demokrasiyê û çareserkırına pirsa Kurd e. Meriv divê qebul bike ku pêvajo ya ku nuha Tirkiye tê de derbas dibe de tesira AKP’ê ji heye. Ji ber ku, kevneşopiya ku AKP jê tê, ew bıxwe ji mexdurê sistema militarist e, wan jî ji vê sistemê gelek xesar dine, derbe xwarine. Van xususiyetê AKP’ê wê nezigê guhartınê dike, daxwaza wi ya ji bo guhartinê zêde dike. AKP dizane ku dema pirsa Kurd bi awayeki safi nebe, wê şer û alozi dewam bike.
Dema şer û alozi dewam bike, wê tesir û rola artêşê ji bidome. Welatê ku rol û graniya artêşê zêdebe, di wi welatê de xetera qudetayê/derbeya artêşê ji naqede. Elbette xurtbuna artêşê jı bo AKP’yê ji xeter e. Sistema ku giraniya artêşê zêdebe, jı bo AKP’ê ji hevi û ronahi tuneye. Ji bo van sedeman be ji, AKP dixwaze di pirsa Kurd de hin gavan bavêje, qet nebe dawi li şer bine, pêvajoyek aşitiyane derxe pêş. Lê lı ali din em dizanin ku AKP ne di pırsa demokrasiyê de ne ji derbarê pirsa Kurd de xwediyê bernamek rêk û pêk nine. Ji bo vê yekê ji siyaseta ku AKP dimeşine ne siyaseteke durbin, lihevhati û zelal e. Eksê wi, siyaseta AKP ya derbarê pirsa Kurd, li ser hewcedariyê rojane dimeşe, ne siyaseteke bı istikrar e. Ev ji dı nav Kurdan de bêhêviti çêdıke, baweriya Kurdan qels dike.
Rojevakurd: Hun pêvajoya “ vekirina demokratîk“ çewe dibînin û li himber vê projeyê helwesta partî û rêxistinên siyasî yên kurdan çewe dinirxînin?
Bayram Bozyel: Destpêka pêvajoya ‘vekirina demokratik’ ve pirsa Kurd bu xala yekemin ya rojeva Tirkiyê. Hikumeta Erdoğan bi vê siyaseta xwe pırsa Kurd bi awayek fermi qebulkir. Di vê du salê dawi de çi bu, çi qewimi em pê dizanin. Vekirina TRT 6, vegera PKK’yiyan bi riya Xaburê, di hin universiteyan de vekirina beşên ziman û edebiyata Kurdi, li İmraliyê hevditınên bi Ocalan re çêdibin, çend gavên ku di pêvajoya ‘vekirina demokratik’de derketine pêş. Heta meriv dikare referanduma 12 ilonê ji perçek vê pêvajoya nu bihesıbine.
Lê pêşketına heri baş ya pêvajoya nu ew e ku, cara ewil pirsa Kurd di astek bilind de kete rojeva Tirkiyê, û cara ewil e ku pırsa Kurd bi vi awayi pir ali, pir rengin hat niqaşkırın û ev niqaş hin ji didomin. Di encama van niqaşan, iro pirsa Kurd hin zêdetır tê zanin him ji ali Kurdan him jî ji ali Tirkan ve. Pırsa Kurd êdi wek pirsek xweza/tabii li Tirkiyê tê xeberdan. Tirs, xof, tabu yê derbarê pirsa Kurd bi pirani şikiyan. Pirs hat naskirin, ne tenê ji ali hukumetê ve, herweha ji ali gelê Turk ve ji hat qebulkirin. Bi awayeke din bi destpêka ‘vekirina demokratik’ve Tirkiye û civat bi gişti derbarê pırsa Kurd de ji xwe veaqili, ji bo safikirına pirsa Kurd kemili.
Partiya me bı vê nêrinê ‘vekırına demokratik’ bi tevahi wek gavek pozitif nirixand, ji bo teşwikirin û pêşxistina vê pêvajoyê li gor imkanê xwe xebiti. Kêmasiyan rexne kir û gavên baş ji teşwik kir.
Mixabin hin aliyên Kurdan di vi wari de siyaseteke li ser dijayetiyê meşandin. Şert û mercên ku Tırkiye mecburê guhartınê dikin nedin, yan ji nexwestın bibinin. Her tiştê ku dıqewımın wek leystıkeke hukumetê din û hımber derketın. Siyateke usa xwezaye ku rola tevgera Kurd ya dı guhartına Tırkiyê de qels kır. Rola pozitif ya ku Kurd dıkarıbun dı guhartına Tırkiyê de bileyizın, bıcih nanin.
Rojevakurd: Gelo projeya “ Xweseriya Demokratîk“ ku ji aliyê KCD-ê ve hatiye belav kirin hun çewe dibînin û li gora dîtina we, ev dikare bibe çareseriya pirsa kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê?
Bayram Bozyel: Projeya Xweseriya Demokratik ku jı aliye KCD’ê ve hatiye rojevê jı duh aliyan ve hewcedariyê rexnegırtınê ye.
Yek, ev projeya Xweseriya Demokratik jı ku derket? Gelo ev proje projeyeke nu ye? Ger projeyeke nuye, heta nuha gelo tu projeya aliyê PKK derbarê pırsa Kurd e tune bu? Ger hebu ev projeya nu ji kijan hewcedari derket hole? Ger iro PKK hatiye nıkta Xweseriya Demokratik, ew çağ projeyê wan yê berê çibun, çi li wan qewimi? Hewce nine ku PKK derbarê van guhartinan daxuyani yan ji izahek bike?
Didu, iro li meydanê ne tenê yek projeya ‘Weseriya Demokratik’ heye, eksê wi du heb hene. Kijan ya esas e, kijan nine ne diyar e. Naveroka van projeyan ne diyar e. Serokê KCD’yê tiştek dibeje, Öcalan roja diduyan wi tekzip dike. Dema tu naveroka vê projeyê, nêrin û şıroveyên derdorê PKK’ê mêzediki, mirov dibine ku ‘Xweseriya Demokratik’ jı bo çareseriya pırsa Kurd natiye rojeve. Eksê wi wek gavek taktik xuya dike. Ew ji cidiyeta vê projeyê zehif dıke.
Rojevakurd: Na eger hun “ Xweseriya Demokratîk“ wek çareseriyekî nabînin li gora bîr û baweriya we çareseriya pirsa kurd li Tirkiye çiye?
Bayram Bozyel: Ji bo çareseriya pirsa Kurd proja me diyar e: Wek me di bernama xwe da ji destnişan kiriye, em ji bo safikirina pirsa Kurd çarseriyê sistemeke federal de dibinin. Kurd milletek ın û mafê wi yê xwe bixwe idarekırınê heye. Sistemeke federal de Kurd dikarin li herêma Kurdistanê, li ser axa bav û kalan xwe bixwe idare bikin, azad bijin. Sistema federal derfet dide Kurdan, da ku bi cudatiyê/ferqiyê xwe bi gelê Tirk re, di bin siwanek de, li ser esasê wekheviyê bijın. Lı gor ditina me Xweseri jı bo Kurdan hım têr nake him ji wekheviya Kurd û Tırkan garanti nake. Lê federasyon wekheviya her du gelan dıke bin garantiya desturê/kanuna esasi. Mafe ku Kurd di dewletek serbixwe de bikarên bikarbinin, dikarên dewletek federal de ji bi destbixin.