Cîhan
Ezmûna Îraqê, bû sedema serhildana gelên Ereb
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, şarezayê siyasî û rojnamevanê Ereb Adil Manî’ dibêje, ezmûna demokratîka Îraqê, bû sedema serhildana gelên Tûnis û Misirê.
Adil Manî’, sernivîserê rojnama Siyase li Bexda dibêje, bi dehan sale gelên jimareka welatên Erebî li bin destê rijîmên dîktatorî dinalînin. Birêz Manî’ dibêje, bitenê piştî guherînên Îraqê, gelên Tûnis û Misirê şiyan serhildanê bikin.
Ew rojnamevanê Ereb her wiha dibêje ku bûyerên şoreşa Îranê li Misirê dubare nabin û partiyeka Îslamî li Misirê nahête ser desthelatê.
Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed barzani bi Adil Manî’ re.