Polîtîk

Emerîka di derbarê Goranê de digel hikûmetê neciviya ye

Li gora nûçeya AKnews, berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd, got, rayedarên Amerîka derbarê daxuyaniya tevgera Goran ku tê de daxwaza “hilweşandina hikûmet û parlamentoya Kurdistanê” hatibû kirin, digel hikûmetê hevdîtin pêk neanîne.

kawa mahmood Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd, derbarê daxuyaniya berdevkê tevgera Goran, ku gotibû “piştî daxuyaniya me ya derbarê reformên siyasî li Kurdistanê, konsulxaneya Amerîka digel me hevdîtin pêk anî” de got, “Qasî ku ez agahdar im, rayedarên Amerîkî, derbarê daxuyaniya Goran, digel hikûmetê hevdîtin pêk neanîne.”

Berdevkê Goran Mihemed Tofîq, îro ji AKnewsê re gotibû, “Piştî daxuyaniya me ya derbarê reformên siyasî li Kurdistanê, konsulxaneya Amerîka digel me hevdîtin pêk anî”.

Tevgera Goran, roja 29ê Rêbendanê, daxuyaniyek weşand ku tê de daxwaza hilweşandina hikûmet û parlamentoya Kurdistanê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext hatibû kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistan, Hikûmeta Herêma Kurdistan û piraniya partiyên siyasî û saziyan, li hember daxuyaniya Goran nerazîbûn nîşan dabûn.

Back to top button