Serok Obama sipasî serok Barzanî kir
Îro duyemîn car Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Bexdayê pêşwazî li James Jeffrey balyozê Amerîka yê li Iraqê kir.
Di hevdîtinekê de balyozê Amerîkayê silavên taybetiyên Barak Obama serokê Dewletên Yekirtiyên Amerîkayê gihandin serok Barzanî û got ku serok Obama û îdareya Amerîkayê gelek kêfxweş in ku di çarçoveyê destpêşxeriya serok Barzanî de kirîza siyasiya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa federalî bidawî hat û hemû hêz û aliyên siyasiyên îraqî, ji bona pêkanîna hikûmeteke hevbeşa niştimanî gihiştin rêkeftinekê.
Hêjayî gotinêye ku berî vê jî balyozê Amerîka yê li Iraqê serdana Serok Barzanî kir bû û pîrozbahiyên xwe û îdareya Amerîkayê pêşkeşî serok Barzanî kir bû ku di çaçrçoveyê destpêşxeriya wî de hemû aliyaên siyasiyên îraqî ji bon apêkanîna hikûmeteke niştimaniya hevbeş gihiştin rêkeftinekê.