Îroj

12'ê Sermawez

12ê Sermawez

Di sala 1948an û di rojekî wekê îroyê de nivîskarê Ey Reqîp û Helbestvanê mezin Dildar ( Yunis Re’ûf) çû ser dilovaniyê xwe.

Dildar (1918-1948) yek ji wan helbestvanê navdar e li Kurdistana Başûr. Navê wî yê rastîn Yunis Re’ûf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re naznavek dîtiye: Dildar, bi salan bi vî navî ve hatiye naskirin. Dildar di sala 1918an de li bajarê Koyeyê hatiye dinê.

Dibistana pêşîn li Raniyeyê, dibistana navîn jî li bajarê Hewlêrê di sala 1935an de qedandiye. Piştî xwendina navîn ew diçe bajarê Bexdayê li wira zanîngeha dadimendiyê diqedîne, çend salan wek parêzer kar dike.

Di van salan de dest pê dike doza xizan û belengazan diparêze, li dijî neheî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike. Ji aliyê din mijûliya wî ya li ser edebitata cîhanê û rohilatê zêdetir dibe, dîroka Yunan, Fransayê, Tirkiyeyê û edebiyata van welatan gelek bala wî dikşîne.

Li şûna parêzeriyê, ew wek warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibijêre. Di helbesivaniya Dildar de tehma herî balkês, bêguman tehma welatparêzî û janên mirovatiyê ne.

Kurdistan bûye kakilê tehma efrandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê Ey Reqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gel wek kilam-stran jîndar mane. Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Raqîb di nav gel de gelek belav bûye, wek straneke popûler hatiye nas kirin. Di dawiyê de, ev helbesta di sala 1946-an dema Komara Mehabadê tê saz kirin, dibe marşa vê dewletê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê bang kirin.

Di salên şerê Cihanê yê Duwemîn de helbestên Dildar li ser bingehekî gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din di bin bandora edebiyata fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê kurdî.

Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weşandin, ji wana çend heb jî wek destnivîsar mane. Dildar di sala 1948-an de, dema ku dikarîbû gelek berhemên mayîn pêşkêşî gel bike, di dawiya mirineke bêwext diçe rehmetê. Lê belê berhemên wî wek Ey Reqîb îro ji sînoran derbas bûne û wek efrandinên nemir di nav gel de belav bûne û dijîn.

 

Ji bo gohdarkirina Ey Reqîp bitiqînin

 

 

Ey Reqîb ( Soranî )

Ey reqîb, her mawe qewmî kurdziman
Nayşikênê danayî topî zeman
Kes nelê Kurd mirduwe,
Kurd zînduwe Zînduwe qet nanewê alakeman
Ême roley rengî sûr û şoriş în
Seyrîke xwênawîye rabirdûman
Ême roley Mîdya û Keyxusrew în
Dîniman e, ayîman her niştiman
Çend hezar lawanî kurdî nere şêr
Bûn be qurbanî, hemûyan nêjiran
Lawî êstaş hazir û amade ye
Canfîda ye, canfîda ye, canfîda
Lawî Kurd helsaye ser pê wek dilêr
Ta be xwên neqşî eka tacî jîyan

Ey Reqîb ( Kurmancî )

Ey reqîb her maye qewmê Kurdziman
Naşikê û danayê topê zeman.

Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.

Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr bike xwîna tîya me da rijand.

Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.

Em xortên Medya û Keyxusrewin
Dîn îman û ayînman, her niştiman
Dîn îman ayînman, Kurd û Kurdîstan.

Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.

Lawê Kurd rabûye ser pê, wek şêran
Ta bixwîn nexşîn bike tacî jiyan.

Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.

Xortên nûh tev hazir û amade ne
Can fîda ne can fîda, her can fîda !

Ey Reqip ( Zazakî )

Ey reqip her mendo qewmê Kirdzeman
Nesikêno û nîno war bi topê zeman

Kes(Zo) mevaze Kurd mireno
Kird jiyeno
Jiyena qet nêkona(nina war) ala Kirdan
Ma xorte Medya û Keyhusrevîyo
Dîn îman û ayîman her nistîman (dîn ê ma îmanê ma her Nistîman)
Dîn iman û ayiman Kird û Kurdistan (dîn ê ma îmanê ma Kird û Kurdistan)
Kes (Zo) mevaze Kurd mireno
Kurd jiyeno
Jiyena qet nêkona ala Kurdan
Lazê Kird wistowe zey seran
Ta bi guni nexs bikero tacê cîhan

Back to top button