Li Erdîşê alozî

Piştî kuştina dayikek û 4 zarokên wê lêpirsinek hate destpêkirin lê grûbekî ji 500 kesan pêk tên li ber avahiya Fermandariya Cenderme ya Navçeyê kom bûn û dirûşmên ‘’ Dewlet ! Parastina kûjerê neke’’ hatin avêtin. Di vê navberê de Serokê BDP yê Navçeya Erdîşê Ramazan Alver û Qeymekamê Navçeyê Ramazan Fanî daxwaza pêşîgirtina xelkî kirin lê ti feyde nekir.Pişt re jî polêsên Tirk hatin cihê bûyerê û pêşiya xelkê girtin.

Li navçeyê tê gotin ku kujera dayikek û 4 zarokên wê hatin girtin. Dema ku xelk pêhesiyan ber bi avahiya Fermandariya Cenderme ya Navçeyê ve meşiyan. Li ber avahiyê dirûşmên wekê ‘’Dewlet ! parastina kujerê neke’’ hatin avêtin û daxwaz kirin ku kujerê teslîmê xwe bikin. Dema ku li ber Fermandariya Cendermeyê aloziyek mezin pêk hat Serokê BDP yê Navçeya Erdîşê hat cihê bûyerê û got : Kesek di destê cendermeyan nîne û ne hewceye ku hûnê bisekinin. Lê girse guh li Alver nedan û belav nebûn.

Piştî zêdebûna aloziyê polêsên Tirk hatin cihê bûyerê û pêşiya xelkê girtin.Qeymeqamê Erdîşê jî bi megafon bang ji xelkê kir.Qeymeqam jî got : Heta niha ti kes û ti gumanbar di destê cendermeyan de nîne û daxwaza belavbûna xelkê kir.

Piştî hîşyardayîna Qeymeqamê Erdîşê jî girse belav nebûn û polêsên Tirk mudaxele kirin. Di vê navberê de ji girseyê qerebarix jî bi keviran bersivê polêsan dan û ji nişka ve aloziyek mezin pêk hat.Piştî aloziyê polêsên Tirk ji bo sekinandina girseyî hewldanek mezin dan û girse li ber avahiyê bi awayekî bê deng sekna xwe domandin.

Qeymeqam daxuyaniyek da

Li ser seknandina bûyeran Qeymeqamê Navçeyê Erdîşê Ramazan Fanî dîsa destpê daxuyaniyê kir û got : Heta niha ti kes nehatine girtin.Lê ji 10 kesan îfade hatin girtin.Di derhaqa dê û zarokan de agahiyên rast hatin bidestxistin û li gor agahiyê tespît bû ku êrişek zayendî jî nehatine kirin. Divê hûn jî alîkariya me bikin .

Hîna jî aloziya li ber avahiya Fermandariya Cenderme ya Navçeyê Erdîşê didome…..

Nêrînek

  1. Van bûyeran esker-polîsên Tirk dikin. Pirraniya eskeran li Kurdistanê nexwesh dikevin kû ew ji xwe wekî dijminê nîjada Kurd tên per^werdekirin.\r\n\r\nHeger hevalek wan hat kujtin dichin xizm û malbatên gerîllayek dikujin, destdirêjiya namûsa wan dikin.\r\n\r\nMixabin chpameniya Kurd herchendî delîl gelek bin jî (bûyera Manîsa, bûyera Kûlû-Konya ku 4 xûshkbira avêtibûn mashîneya cemedê), bûyera zarokê serokê BDP yê parêzgehê (niha nehat bîra min kîjan parêzgeh bû) hwd, wekî her carê newêrin rasterast bêjin vana esker dikin.\r\n\r\nDi sherê 30 salî de nêzîkî 5 milyon kesan li Kurdistanê eskerî kirine. Xelk kujtine, serê gerîlla jêkirine, gund sheewitandine ûêd. Evana pishtî eskerîkirinê vegeriyane jiyana sîvîl. Terapî nedîtine, yan pirraniya wan nedîtine.\r\n\r\nKurdno shiyar bin, ev sher bidawî bibe jî, Tirkên sîvîl-fashîst nasekinin. Ew dijminê nîjada me ne. Polîs in, esker in, jin in, mêr in.. \r\n\r\nZarokên xwe bitenê nehêlin, kontrol bikin. Bawerî bi kesên hûn nasnakin nekin.\r\n\r\nEv jî karê eskeran-polîsan e. Yan kesên desletê ev kirine.

Nerîna min :