Cîhan

Pîrozbahiya serkeftina destpêşxeriya Barzanî kir

Îro pênçşem 11.11.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêwendiyekî telefonî ji aliyê Ahmed Davudoglu wezîrê derveyê Tirkiye ve wergirt.

Di pêwendiya telefonî da wezîrê derveyê Tirkiyeyê pîrozbahiya serkeftin û biencamgihiştina destpêşxeriyê li serok Barzanî kir.

Wezîrê derveyê Tirkiyeyê piştgiriya xwe û welatê xwe jî ji bo biencamgihiştina guftûgo û hevdîtinên di navbera serkirdeyên îraqî de ku berî çend rojeke derbasbûyî di çarçêoveya destpêşxeriya serok Barzanî de dest pê kirine ku, di encam da dawî bi pirsa pêkanîna hikûmetê hat û hemû hêz û aliyên siyasiyên Iraqê li ser hikûmetekî hevbeşa nîştimanî lihev kir, nîşan da

Back to top button