Her li Tehranê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Ebas Îraqçî Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê re, peywendiyên du alî û çawaniya pêşxistina hevkariyên hevbeş di warên cûda de, gotûbêj kirin.
Her du aliyan pesnê peywendiyên kevnar ên di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê dan û tekez li ser xwesteka du alî ya ji bo pêşvebirina peywendiyan kirin ku bi awayekê xizmetê ji aramî û berjewendiyên hevbeş ên Îran û Iraqê re tevî Herêma Kurdistanê jî bike.
Gotûbêjkirina rewşa herêmê bi giştî mijareke din a hevdîtinê bû. Tê de tekez li ser girîngiya danûstandinê ji bo dûrxistina herêmê ji pirsgirêk û aloziyan kirin.