Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serok Pizişkiyan re civiya

Li Tehranê, birêz Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Mesûd Pizişkiyan, serokê Komara Îslamî ya Îranê re civiya.

Di civînê de, kêfxweşiya xwe bi asta peywendiyên navbera herdu aliyan diyar kirin û tekez li ser xwesteka dualî ji bo pêşvebirina zêdetir a hevkariya hevbeş, bi taybetî di warên bazirganî û aborî de, kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî pêgîriya Herêma Kurdistanê bi siyaseta cîrantiya baş li ser bingeha berjewendiya hevbeş û rêzgirtina ji hev re dubare kir, herwiha bal kişande ser hevbeşî û peywendiyên dêrîn û kevnar ên Herêma Kurdistanê bi Îranê re.

Herdu aliyan pêşhatên dawên ên herêmê nirxandin û li ser girîngiya parastina tenahiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan hevra bûn, herwiha çend mijarên din ên ji herdu aliyan re girîng, hatin gotûbêjkirin.

Back to top button