Polîtîk

Tê îdiakirin ku li derdora bendava Tişrînê di navbera hêzên Sûriyê û HSDê de şer derketiye.

Hate îdîakirin ku li rojhilatê Helebê, li derdora Bendava Tişrînê, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên çekdar ên girêdayî rêveberiya Şamê de pevçûnek derketiye û her du hêzên çekdar hêzên teqwiye şandine herêmê.

Di çarçoveya peymana 8 xalî de ku di navbera Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed el-Şara û Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî de hat îmzekirin, biryar hat dayîn ku sê taxên Kurdan li bajarê duyemîn ê herî mezin ê Sûriyeyê, Bendava Tişrîn a stratejîk girîng û zeviyên petrolê yên El Omer ji bo rêveberiya navendî bên hiştin. Di demekê de ku cîbicîkirina van madeyan gav bi gav dihat kirin, duh bi şev nûçeyên şer ji herêmê hatin. Li gorî îdiayên televîzyona Sûrîyeyê, şer û pevçûn di navbera hêzên leşkerî yên Şamê yên ku li dora Bendava Tişrînê bi cih bûne û komên çekdar ên girêdayî HSDê de qewimîn.

Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê çavkaniyek leşkerî yê Firqeya 72emîn a Artêşa Sûriyeyê ve ji bo televîzyona Sûriyeyê hatiye dayîn, komên çekdar ên girêdayî HSDê li nêzî Girê Sûriyeyê yê li nêzî Bendava Tişrînê bi hêzên firqeyê re şer kirine. Tê îdiakirin ku piştî ku komên çekdar ên girêdayî HSD’ê ketine herêmê û du xal bi dest xistine, şerên di navbera her du hêzên çekdar de li herêmê dijwar bûne.

Firqeya 27an, ku girêdayî Şamê ye û li herêmê dixebite, piştî hewldanên HSDê yên ji bo ketina nav xalên nû, hêzên leşkerî şandin derdora bendavê. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku karwanê leşkerî yê hêzên çekdarên Sûriye, ber bi herêmên şer ên li dora Bendava Tişrînê li gundewarê rojhilatê Helebê ve pêşve diçin. Wêneyên hêzên leşkerî yên ku ber bi herêmê ve diçin jî li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

Dibe ku şerê herêmî çêbibe

Hate îdiakirin ku rêveberiya Koalîsyona Navneteweyî ji bo bidawîkirina pevçûnên li herêmê di navbera Şam û rêveberiya xweser a Bakur-rojhilatê Sûriyeyê de dest bi hevdîtinan kiriye. Hat diyarkirin ku berdewamiya pevçûnan dê li herêmê aloziyên xeternak derxîne holê û dibe ku bibe sedema şerekî herêmî.

Back to top button