
DEMê piştî serdana Buldan û parêzerekî Ocalan ya Îmralî daxûyaniyek da. Piştî kongreya PKKê ev serdana Îmralî ya ewil bû. Vê carê tenê heyeta DEMê ji Buldan û parêzerê Ocalan Faîk Ozgur Erol pêkdihat.
DEM di daxûyaniya xwe de dibêje:
Wek Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê, me di 18ê Gulana 2025an de li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Öcalan re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de, Birêz Öcalan ev peyam ji raya giştî re ragihand.
Peyama Ocaln bi vî awayî ye:
“Min nekarî cara dawî bi Sirri Sureyya Onder re biaxivim û ev yek di dilê min de ma. Bîranîneke wî ya biqedir û qîmet heye. Divê mirov bide jiyîn. Ji bo Tirkiyeyê kesekî zana bû. Em ê valahiya wî li pey xwe hiştî nedin hîskirin.
Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingeha hiqûqa xwişk-biratiyê heye.
Tiştên em dikin, guherîneke mezin a paradîgmayê ye.
Wesfa têkiliyên Tirk-Kurdan gelek cuda ye, tişta xerabûyî, têkiliya xwişk-biartiyê ye.
Xwişk û bira şerê hev dikin lê yek ji wan beriya yên din nabe. Em, xefikên ev têkilî xerab kirine, mayinên hatine danîn yek bi yek paqij dikin, rê û pirên xerabûyî sererast dikin.
Di şexsê Alain Badiou ve Slavoj Žižek de spasiyên xwe pêşkeşî rewşenbîrên bi rêya şandeya me ji min re û ji bo pêvajoya aştî û xwişk-biratiyê peyam û hêviyên piştevaniyê şandine, dikim. Bi hêviya ku em hevdu di xebatên hevpar ên enternasyonal û sosyalîst de bibînin. “