Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanyayê tekezî li ser hevkariya hevbeş dikin

Di berdewamiya dîdar û civînên xwe da li bajarê Munchenê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 15.02.2025ê, digel birêz Jonathan Paul Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanyayê civiya.

Di civînê da pêşhatên emnî yên Iraq û navçeyê û bihêzkirina hevkariyên emnî yên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin û herwiha tekezî li ser hemahengiya di warê şerê dijî terorê û rûbirûbûna metirsiya DAIŞê hat kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, berdewamiya piştevaniya Brîtanyayê di warên asayîş û berevaniyê da bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêwîst û giring zanî û bi taybetî di warê perwerdekirina hêzên Pêşmerge û bihêzkirina şiyanên wan da, û herwesa pabendbûna Herêma Kurdistanê bi dabînkirina aramî û ewlehiyê li navçeyê dupat kir.

Birêz Jonathan Paul rola Herêma Kurdistanê di parastina asayîş û aramiyê da bilind nirxand û pabendbûna Brîtanyayê bi berdewamiya piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hevkariyên ewlehiyê di navbera wan da ji bo rûbirûbûna metirsiyên emnî dupat kir.

Rewşa Sûriyeyê û girîngiya parastina aştî û aramiya Rojhilata Navîn di civînê da hate gotûbêj kirin.

Back to top button