Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîrê Holendayê civiya

Li bajarê Munchenê yê Almanyayê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Dijk Schove Serokwezîrê Holanda civiya .

Di hevdîtinê da, behsa peywendiyên Holendayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û çawaniya bihêztirkirina hevkariyên di warên curbicur da hate kirin û di derbarê pêşhatên siyasî û ewlekarî yên deverê bi taybetî rewşa Sûriyayê da danustandina bîr û ramanan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser hevkariyên hevbeş digel Holendayê kir û rola Holenda di çarçoveya Hevpeymaniya Navnetewî ya şerê dijî terorîstan û piştgîriya berdewam ya ji bo perwerdekirina hêzên Pêşmerge û bihêztirkirina şiyanên wan bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Dick Schove amadehiya Holandayê ji bo berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê dupat kir û xwesteke welatê xwe jî ji bo pêşxistina hevkariyên hevbeş bi taybetî di warên ewlehî û aborî da nîşan da.

Di civînê da çend mijarên din yên berjewendiyên hevbeş hatin gotûbêj kirin.

Back to top button