Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Fransayê civiya

Îro şemiyê piştî nîvro 15.02.2025ê li bajarê Munchenê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrow ra behsa pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Fransayê ra û xurtkirina hevkariyên di warê siyasî, emnî û aboriyê da kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê spasiya dostayetî û berdewamiya piştevaniya Fransayê bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê rûbirûbûna terorê û piştevanîkirina aramiyê da kir û tekez li ser giringiya pêşxistina têkeliyên bi Fransayê ra kir.

Ji aliyê xwe ve, Wezîr Jean-Noel Baro girngîdana Fransayê bi bihêztirkirina hevkariyên bi Herêma Kurdistanê ra dupat kir û balkişand li ser rola Herêma Kurdistanê di parastina aramiya Iraq û navçeyê da û tekezî li ser pêgiriya Fransayê bi piştevanîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna kêşeyên ewlehiyê da kir.

Pêşhatên li Sûriyeyê û bi taybetî rewşa kurd li wî welatî û rewşa Rojhilata Navîn bi giştî di civînê da gotûbêj kirin.

Back to top button