Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş digel Amerîkayê dike
Di berdewamiya bernameyê xwe yê di çarçoveya Konferensa Asayîşê li Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê herêma Kurdistanê, îro roja şmeiyê 15.02.2025ê, digel birêz Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîkayê civiya.
Di civînê da, pêşxistina peywendiyên stratejîk yên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û berdewamiya hevkariyên hevbeş, di hemû waran da, di navbera wan da û rewşa ewlekarî û metirsiya terorê û rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞ li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya berdewamiya palpiştiya Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê rûbirûbûna terorê û bihêzkirina asayîş û aramiyê da kir û balkişand li ser giringiya berdewambûna hevkariyên hevbeş bi Amerîkayê ra.
Serok Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê vexwand Herêma Kurdistanê ku beşdariyê di merasima vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê da bike û wî jî kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna wê merasimê nîşan da.
Wezîr Marco Robio dupat kir ku Amerîka wek hevpeyman giringiyeke mezin bi peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra dide û tekezî li ser pêgiriya Amerîkayê bi berdewamiya piştevaniya aramiya wan kir û herwiha tekezî li ser giringiya berdewamiya hevkariyên ewlehî û leşkerî ji bo çareserkirina kêşeyên hevbeş û bihêzkirina geşepêdana aborî û pêşkeftinê kir.
Pêşhatên dawî yên navçeyê bi taybetî rewşa Sûriyeyê û rewşa kurdan li wî welatî mijareke din ya hevdîtinê bû.