Serok Nêçîrvan Barzanî digel Senatora Amerîkî Elissa Slotkin civiya
Îro danê sibê 15.02.2025ê li bajarê Munchenê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel Senator Elisa Slotkin Endama Komîteya Hêzên Çekdar li Senatoya Amerîkayê civiya.
Di hevdîtinê da, têkeliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Amerîkayê, çawaniya bihêztirkirina hevkariyên di warê ewlekarî û berevaniyê da, pêşhatên şerê dijî terorê û hewlên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê hatin behis kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê meşqkirina hêzên Pêşmerge û bihêzkirina şiyanên wan di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî da kir. Herwesa tekez li ser pêwîstiya berdewamiya wê piştevaniyê ji bo dabînkirina aramiyê li navçeyê kir.
Senator Elisa Slotkin berdewamiya piştevaniya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê dupat kir û tekezî li ser giringiya hemahengiya hevbeş ya di warê ewlehiyê da ji bo dabînkirina aramiyê li Iraq û navçeyê kir.
Pêşhatên siyasî û emnî yên Iraq û Sûriyeyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş di vê hevdîtinê da hatin behis kirin.