Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Bulgaristanê civiya

Îro şemiyê 15.02.2025ê di çarçoveya bernameya xwe li bajarê Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Rumen Radev Serokê Bulgaristanê ra civiya.

Di hevdîtinê da, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Bulgaristanê ra, bihêzkirina hevkariyên hevbeş di warê aborî da û pêşhatên siyasî û emnî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên bi Bulgaristanê ra û rola Bulgaristanê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li şerê dijî terorê da û vekirina deriyên nû ji bo hevkarîkirina di warên hevbeş da bilind nirxandin.

Serok Rumen Radev amadehiya Bulgaristanê ji bo bihêzkirina têkeliyên bi Herêma Kurdistanê ra nîşan da û amaje bi giringiya hevkariyê di warên emnî û aborî da kir û rola Herêma Kurdistanê di parastina aramiya Iraq û navçeyê da bi rolek bi bandor wesif kir.

Back to top button