Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Sekreterê Giştî yê NATOyê civiya

Di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Mark Rutte Sekreterê Giştî yê NATOyê civiya.

Di hevdîtinê da pêşhatên emnî yên Iraq û navçeyê û giringiya bihêzkirina têkeliyên NATOyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra bi taybetî di warê rûbirûbûna terorê û perwerdekirina hêzên ewlehiyê da hatin gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî bi navê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya NATOyê di warê bihêzkirina şiyanên berevaniyê yên Hêzên Pêşmerge da kir û tekez li ser giringiya berdewamiya wê piştevaniyê ji bona parastina aramî û asayişa navçeyê kir.

Birêz Rothe tekezî li ser pabendbûna NATOyê bi berdewamiya piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dupat kir û tekezî li ser giringiya hevkarîkirina Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya Iraqê û rûbirûbûna gefên terorê li navçeyê kir.

Rewşa Sûriyeyê û geşedanên li Rojhilata Navîn jî di civînê da hatin gotûbêjkirin.

Back to top button